Rusya: Di êrîsa Ukraynayê de 89 leskerên me hatin kustin

04 January 2023 18:00 0 dîtin
Rusya: Di êrîsa Ukraynayê de 89 leskerên me hatin kustin

PeyamaKurd- Ji aliyê Wezareta Berevaniya Rusyayê ve hat ragihandin ku hejmara leşkerên Rusyayê yên ku piştî êrîşa moşekî ya artêşa Ukraynayê ku li herêma Donetskê çêbû, derket 89an.

Li ser heman mijarê, ji aliyê rayedarên Ukraynayê ve hatibû îdîakirin ku di êrîşa moşekî ya li Donetskê de nêzîkî 400 leşkerên Rusyayê hatine kuştin û 300 leşker birîndar bûne. 

Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Berevaniya Rusyayê ve jî hat dayîn de hat diyarkirin ku hejmara leşkerên wan ên ku di vê êrîşê de hatine kuştin, derketiye 89an. 

Ji aliyê hêzên Ukraynayê ve avahiyeke li bajarê Makyivkayê ku tê texmînkirin hêzên Rus tê de bi cih bûbûn, hatibû armanckirin. Piştî daxuyaniya Rusyayê jî ev yek hat piştrastkirin.