Rûsya: Di êrîsa vê sibehê de 600 leskerên Ukraynayê hatin kustin
PeyamaKurd-Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand ku wan di bombardûmana vê sibehê de 600 leşkerên Ukraynayê kuştine. Li gorî daxuyaniya wezaretê, hejmareke zêde ya maşînên leşkerî û cebilxaneyên aîdê Ukraynayê jî hatine jinavbirin.
Di daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê de hat gotin ku “Di encama êrîşa moşekî li ya Balafirgeha Leşkerî ya Kanatovo ya nêzîkî Kirovogradê de cebilxaneyên leşkerî, depoyeke cebilxaneyan a li Mikolayivê û depoyeke sotemeniyê ya nêzîkî Zhovtnevoeyê hatine jinavbirin. Digel kuştina 600 leşkerên Ukraynayê, 61 çekên giran û alavên leşkerî jî hatin jinavbirin.”
Li aliyê din, Wezareta Berevaniyê ya Ukraynayê jî ragihand ku di 24 saetên dawî de 300 leşkerên Rûs hatine kuştin û ji destpêka şer ango ji 24ê Sibatê heta 5ê Gulanê jî bi giştî 24 hezar û 500 leşkerên Artêşa Rûs hatine kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin