Ukrayna: 49 hezar leskerên Rusyayê hatin kustin

04 September 2022 20:01 0 dîtin
Ukrayna: 49 hezar leskerên Rusyayê hatin kustin

PeyamaKurd- Ji aliyê rayedarên Serokatiya Sererkaniya Ukraynayê ve li ser bîlançoya şerê navbera Rusya û Ukraynayê, agahiyên dawî hatin parvekirin. Li gorî daxuyaniyê, ji destpêka şer heta niha, ji 49 hezaran zêdetir leşkerên artêşa Rusyayê hatine kuştin.

Li gorî daxuyaniya ku hat dayîn, di nav 24 saetên dawî de bi piranî li herêmên Donetsk û Krivorizkiyê, 350 leşkerên Rusyayê hatine kuştin. Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku ji 24ê Sibatê ango ji roja destpêka şer, heta 3yê Îlonê; bi giştî 49 hezar û 50 leşkerên artêşa Rusyayê hatine kuştin.

Li ser cebilxaneya ku hatiye rûxandin jî agahî hatin parvekirin û hat diyarkirin ku di vê pêvajoyê de 235 balafir, 205 helîkopter, 2 hezar 34 tanq, 4 hezar û 403 maşînên zirxî, hezar û 134 top, 293 roketavêj û 153 pergalên parastina hewayî hatine jinavbirin.

Bi berdewamî hat diyarkirin ku 3 hezar û 268 maşîn, 15 keştî û 864 balafirên bêmirov hatine jinavbirin û 203 moşekên ku ji aliyên hêzên Rus ve hatine havêtin, li hewayê hatine teqandin û hatine jinavbirin.

Ji aliyê rayedarên Ukraynayê ve agahiyên di derbarê wendahiyan de tên ragihandin lê ji aliyê Rusyayê ve tenê di 25ê Adarê de daxuyaniyek hatibû dayîn û hatibû eşkerekirin ku li Ukraynayê, 1351 leşkerên Rusyayê hatine kuştin.