Ukrayna: 28 hezar û 700 leskerên Rûs hatin kustin
PeyamaKurd-Ji Serokatiya Sererkaniya Ukraynayê hat ragihandin ku di nav 24 saetên dawîn de 200 leşkerên Rûs hatine kuştin û bi vî awayî hejmara leşkerên kuştî bi gelemperî gihîştiye 28 hezar û 700î. Hat ragihandin ku di vê pêvajoyê de bi hezaran maşîn û çekên giran ên Rûsyayê jî hatine rûxandin.
Li gorî daxuyaniya ku ji Sererkaniya Ukraynayê hat belavkirin; di navbera 24ê Sibatê û 20ê Gulanê de bi giştî 28 hezar û 700 leşkerên Rûs hatine kuştin, 204 balafir, 168 helîkopter, 1263 tanq, 3 hezar û 90 heb maşînên zirxpoşî, 596 top, 200 roketavêj û 93 pergalên parastina hewayê hatine jinavbirin.
Ji aliyê Serdozgeriya Ukraynayê ve jî daxuyaniyek hat dayîn û hat ragihandin ku ji 24ê Sibatê heta niha, 231 zarok li Ukraynayê hatine kuştin û 427 zarok jî birîndar bûne. Hat ragihandin piraniya van zarokan; li herêmên Donetsk, Kiev û Harkivê hatine kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin