Rûsya: Artêsa Sûriyê rêkeftina bi Tirkiyê re binpê nekiriye

26 August 2019 19:43 0 dîtin
Rûsya: Artêsa Sûriyê rêkeftina bi Tirkiyê re binpê nekiriye

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku êrîşên hêzên rejîma Sûriyê yên li Xan Şêxûn û Idlibê ti rêkeftineke bi Tirkiyê re hatiye kirin binpê nake.

Lavrov di civîna rojnamevanî de li ser pirsa rojnamevanan a derbarê dorpêçkirina xala çavderiyê ya artêşa Tirkiyê ji aliyê hêzên rejîma Esed ve wiha axivî:

"Heger em werin ser mijara tiştên li Xan Şûxûn û qada derdora Idlibê ya kêmkirina rageşiyê rû didin, artêşa Sûriyê ku desteka me distîne ti rêkeftinek binpê nekiriye. Dixwazim bibîr bixim ku ti binpêkirinek çênebûye û Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn jî gelek caran ev gotiye.”

Lavrov herwiha got ku wan ji teklîfa dewriyeyên hevbeş li Tirkiyê kiriye, lê hê di wê mijarê de lihevkirin çênebûye.

Balafirên rejîma Sûriyê hefteyek berê êrîşî karwaneke leşkerî ya nêzîkî xala çavderiyê ya Tirkiyê kiribû. Di wê êrîşa ku hejmarek kes hatibûn kuştin de Tirkiyê hawara xwe gihandibû Rûsyayê.