Rûsya bang li Amerîkayê kir: “Êrîsî Sûriyê nekin!”

30 August 2018 13:46 0 dîtin
Rûsya bang li Amerîkayê kir: “Êrîsî Sûriyê nekin!”

PeyamaKurd- Qasidê Rûsyayê yê li Amerîkayê Anatoliy Antonov di derbarê mijara Sûriyê de Amerîka hişyar kir û got ku “Li dijî Sûriyê, êrîşeke bêqanûnî û bêbingeh nekin.”

Qasidê Rûsyayê yê li Amerîkayê Anatoliy Antonov axaftina xwe wiha dewam kir: “Amerîka dixwaze hinek hîle û plana girê bide û bikaranîna çekên kîmyewî bixe stûwê Rejîma Şamê de. Piştre jî dixwaze bi van hincetan êrîşî Sûriyê bike. Moskow ji ber van îhtîmalan gelekî bi tirs e.”

Antonov wiha dewam kir: “Em hêvî dikin ku Amerîka nehêle terorîst çekên kîmyewî bi kar bînin. Dîsa hêviya me ew e ku Amerîka êrîşî Rejîma Şamê neke.”