Rusya: Depoyên sotemeniya balafiran, hatin jinavbirin!

23 October 2022 20:00 0 dîtin
Rusya: Depoyên sotemeniya balafiran, hatin jinavbirin!

Peyamakurd- Berdevkê Wezareta Berevaniya Rusyayê Igor Konaşenkov, di derbarê operasyonên Rusyayê yên li Ukraynayê de agahî parve kirin. Li gorî daxuyaniyê, hêzên Rus ji 100 hezar tonan zêdetir, sotmeniya balafirên Ukraynayê ji nav biriye.

Di derbarê operasyonên ku li Ukraynayê dewam dikin de ji aliyê Igor Konaşenkov ve hûrgilî hatin parvekirin. Konaşenkov got,

“Hêzên Çekdar ên Federasyona Rusyayê, seranserê rojê bi çekên menzîldirêj li fermangehên Ukraynayê û li pergalên wan ên enerjiyê da. Hemû tiştên ku hatin diyarkirin, hatin jinavbirin.”

Konaşenkov, li ser wendahiyên artêşa Ukraynayê jî agahî dan û diyar kir ku êrîşên dijber ên artêşa Ukraynayê yên li herêmên Donetsk, Luhansk, Zaporijya û Hersonê dane destpêkiirn, dewam dikin lê belê artêşa Rus van êrîşan pûç derdixe û di êrîşên ku îro hatine kirin de herî kêm 200 leşkerên Ukraynayê hatine kuştin.

Berdevkê wezaretê da zanîn ku bi moşkên Rusyayê, tesîsên ku ji bo Ukraynayê jiyanî ne, hatine hedefgrtin û hemû jî hatine jinavbirin. Konaşenkov got,

“Depoya sotemeniya dizelê ya artêşa Ukraynayê ku li herêma Dniproyê li nêzîkî qada niştecihiya Alekseevkayê ye, hatiye jinavbirin û depoyeke li gundê Smila yê li herêma Çerkassiyê ku ji 100 hezar tonan zêdetir sotemeniya balafiran tê de dihat parastin, hatiye jinavbirin. Ji bilî van jî li herêmên Herson û Luhanskê jî 6 roketên HIMARS ên Amerîkan û moşeka HARM anti-radar jî li asîman hatine jinavbirin.

Igor Konaşenkov da zanîn ku êrîşên artêşa Ukraynayê yên li dijî santrala Zaporijyayê berdewam dikin û got,

“Rejîma Kievê, provakasyonên li dijî Santrala Nukleerî ya Zaporojyayê ku rê li ber felaketeke mirovî vekin, berdewam dikin. Seranserê rojê, hêzên Ukraynayê, ji rojhilatê bajarê Energodarê ve li dijî santrala li hember santrala nukleerê, ji 30î zêdetir êrîşên topan kirin.”

Berdevk Konaşenkov, li ser rewşa herêmê jî da zanîn ku li herêmê asta radyasyonê asayî ye û wendahiyên giyanî çênebûne.