'Rûsya dixwaze pêwendiyên siyasî û aborî bi Kurdistanê re bihêz bike'
PeyamaKurd - Pisporê siyaseta derve yê Rûsayê Dr. Karzan Umer got, Rûsya dixwaze pêwendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re biparêze û bihêz bike.
Dr. Karzan Umer, ku niha li zankoya Silêmaniyê mamostatiyê dike, li ser girîngiya serdana Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov bo Kurdistanê ji medya Kurdistanê re axivî û da zanîn ku serdana Sergey Lavrov bo Kurdistanê zêdetir bo plan û armancên aborî bû, ji ber ku du şîrketên mezin yên Rûsî di sektora petrolê de li Kurdistanê kar dikin.
Dr. Karzan Umer diyar kir, serdana Lavrov bo Iraq û Kurdistanê di çarçoveya stratejiya Rûsya ya Rojhilata Navîn de ye û Rûsya dixwaze pêgeha xwe li Rojhilata Navîn bihêztir bike.
Umer herwiha destnîşan kir, "Rûsya dixwaze pêwendiyên xwe yên siyasî û aborî bi Kurdistanê re biparêze û bihêz bike. Rûsya dikare bibe parêzvanê Kurdistanê jî, eger em bikarin wî welatî bikin hevpeyman û hevalbendê xwe. Ne tenê Rûsya, eger em Yekitiya Ewropa û Amerîka jî bikin hevalbendên xwe ew jî dikarin bibin parêzvanên me."
Pisporê siyaseta derve ya Rûsyayê anî ziman ku di dema referandûma serxwebûna Kurdistanê de tenê Rûsya piştevaniya Kurdistanê kiriye û got, "Wê çaxê serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn digot bila kurd bibin xwedan statûya xwe ya serbixwe. Pêwendiyên Rûsya û Herêma Kurdistanê dîrokî ne. Rûsya dixwaze van pêwendiyan biparêze û bihêz bike."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin