Rûsya: Em ji bo rewsa Rojavayê Kurdistanê li bendî Amerîka ne

31 May 2018 00:07 0 dîtin
Rûsya: Em ji bo rewsa Rojavayê Kurdistanê li bendî Amerîka ne

PeyamaKurd - Cîgirê wezîrê derve yê Rûsya Mikhail Bogdanov di civîneke rojnemevanî de ragihand, ku Urdunê pêşinyar kiriye civînek li ser Sûriyê di navbera Amerîka, Rûsya û Urdunê de, li ser astê wezîran li Emmana paytexta wî welatî bê lidarxistin.

Mikhail Bogdanov diyar kir, ku niha ew li bendî Amerîka ne ji bo destnîşankirina demekê ji wê civînê re, daku rewşa başûrê Sûriyê û agirbesta li wê herêmê gotûbêj bikin.

Bogdanov tekez li ser vê yekê kir, ku valahiya li ser wê xeta sînorî, wê bihêle ku çekdarên tundrew li wir kom bibin, ji ber vê yekê jî pêwîst e bi tenê hêzên artêşa Sûriyê li wê herêmê belav bibin.

Herwiha Wezîrê Karên Derve yê Rûsya Sergey Lavrov daxwaza vekişana tevahiya hêzên nesûrî ji herêmên başûrê Sûriyê kir û got: Ew li ser vê mijarê pêwendiyên berdewam li gel Amerîka û Urdunê dikin.

Li hember daxwaza Lavrov, peyvdarê Wezareta Karên Derve ya Îranê, Behram Qasimî ragihand, ku hêzên xwe ji Sûryê nakişînin, madem Hikûmeta Sûriyê daxwaza alîkariyê ji wan dike.