Rûsya û Brîtanyayê rewsa Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kir

18 November 2019 21:55 0 dîtin
Rûsya û Brîtanyayê rewsa Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê Alexander Lavrentyev û Şêwirmendê Serokwezîrê Brîtanya yê Karûbarên Derve David Kori, di hevdîtinekê de rewşa Sûriyê bi giştî û bi taybet jî rewşa Bakurê Sûriyê (Rojava) gotûbêj kirin.

Li gorî nûçeya Russia Today ku dispêre daxuyaniya Wezareta Derve ya Rûsyayê, di civînê de ji bilî Lavrentyev û Korî Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Verşînn jî amade bûye û bi taybet rewşa Rojavayê Kurdistanê bi berfirehî hatiye gotûbêjkirin.

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Rûsyayê de hurgiliyên wê hevdîtinê nehatine belavkirin.