Rûsya: Frokeyên me yên DYAyê asteng kirin
PeyamaKurd - Rûsyayê bi frokeyên şer 2 frokeyên bombebaranê yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yên ku li ser Deryaya Barentsê nêzîkî sînorên wê dibûn, asteng kirin.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku pergala çavdêriyê ya asmanî ya Rûsyayê, komek şêlen hewayî yên ku li ser Deryaya Barentsê nêzîkî sînorê Rûsyayê dibûn destnîşan kirin.
Di daxuyaniya wezaretê de wiha hate gotin: Frokeyên şer ên MiG-29 û MiG-31, ji bo destnîşankirina şêlên hewayî û astengkirina binpêkirina sînorê dewleta Rûsyayê dest bi tevgerînê kirin. Piştî çavdêriya bi hendaze, hate destnîşankirin ku şêlên hanê, 2 frokeyên bombebaranê yên B-52N ên hêzên hewayî yên DYAyê ne. Piştî ku frokeyên şer ên Rûsyayê nêzîkî wan bûn û ew asteng kirin, frokeyên DYAyê paşve vekişiyan û rêya frîna xwe sererast kirin.
Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê de hate gotin ku frokeyên şer ên Rûsyayê, li gorî rêgezên navneteweyî yên li ser bikaranîna qada hewayî ya li ser avên navneteweyî, li gorî bergiriyên ewlehiyê pêk tên.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin