Rusya: Hewildana êrîsa Ukraynayê, hat têkbirin

28 July 2023 15:30 0 dîtin
Rusya: Hewildana êrîsa Ukraynayê, hat têkbirin

PeyamaKurd- Wezareta Parastinê ya Rusyayê ragihand ku hewildana Ukraynayê ya ku bi balafireke bêmirov êrîşî herêma Moskowê bike, hat astengkirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya wezaretê de hat gotin ku "Îro di saetên sibehê de hewila rejîma Kiyevê ku bi balafirên bêmirov êrîşî Moskowê bike, hat tekbirin.

Hat diyarkirin ku balafira bêmirov ji aliyê pergalên berevaniya asîmanî ya Rusyayê ve hatiye jinavbirin û di encama êrîşa astengkirinê de tu ziyanên canî çênebûne.

Şaredarê Moskowê Sergey Sobyanin, di ser hesabê xwe yê medyaya civakî re ragihand û got ku "Tevgera êrîşa bi balafirên bêmirov a dijmin ku hewil dida  bişev êrîşê bike, ji aliyê hêzên Wezareta Parastinê ve hat tekbirin. Di encama vê yekê de ziyanên canî û malî çênebûne.”

Hat ragihandin ku Ukraynayê di 24ê Tîrmehê de jî bi 2 balafirên bêmirov êrîşî Moskowê kiribû lê belê kuştî û birîndar çênebûn.