Rûsya: Hêzên Tirkiyê û terorîst li Idlibê ketine nav hev

04 March 2020 16:17 0 dîtin
Rûsya: Hêzên Tirkiyê û terorîst li Idlibê ketine nav hev

PeyamaKurd - Wezareta Berevaniya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ragihand, “Tirkiye hejmara leşkerên xwe û hêza xwe li derdora Idlibê gelek zêde kiriye. Ev yek li dijî hiquqa navneteweyî û binpêkirina rêkeftinên ligel Rûsya hatine imzekirin e. Tirkiye xalên rêkeftinan bicih nayîne.”

Di daxûyaniya Wezareta Berevaniya Rûsya de hatiye gotin ku êrîşên li dijî baregeha Hmeymim a Rûsî rojane pêk tên û hêzên Tirk û terorîst ketine nav hev de.

Hêjayî bibîrxistinê ye, sibe 5ê Adarê Serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Moskowê dicivin. Li gorî daxuyaniyên Erdogan ew hêvî dike agirbestek were ragihandin ku Rûsya heta niha jî dibêje, ew dê şerê dijî komên terorîst berdewam bike.