Rûsya: Îmzakirina peymana duyem ya S-400 an ya bi Tirkiyê re nêze
PeyamaKurd – Piştî krîza navbera Tirkiyê, NATO û Amerîkayê ku Tirkiye ji Rûsyayê sîstema parastina hewayî ya S-400 an kirîbû, di ser de ji Rûsyayê xeberekî hat ragihandin. Ragihandin ji aliyê şîrketa îxracata leşkerî ya bi navê Rosoboronexport de hat kirin. CEO yê şîrketê Mikheyev got ku peymana duyê ya bo kirîna S-400 an, di navbera Tirkiyê û Rûsyayê de gelkî nêze.
Li gor ragihandina ajansa Tass ê ya Rûsyayê Mikheyev weha gotiye:
“Em bende ne projeye di mehên pêşiya xwe de biqedînin. Hevdîtinên dawiyê tên kirin. Modelekî fînansê hat avakirin. Di nav projeyê de dê bernama hevkariya teknîkî jî hebe.”
Peymana navbera Tirkiyê û Rûsyayê dibe arîşeyên nûh ji ya S-400 an û F-35 an mezintir di navbera Tirkiyê û Amerîkayê de çêbike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin