Rûsya û Tirkiyê rêkeftina duyem a sewqîyata S-400an îmze kir

23 August 2020 17:12 0 dîtin
Rûsya û Tirkiyê rêkeftina duyem a sewqîyata S-400an îmze kir

PeyamaKurd – Serokê kompaniya çekan a dewleta Rûsî Rosoboronexport Aleksandr Miheyev, ragihand ku di navbera wan û Tirkiyê de ji bo sewqiyata duyem a moşekên parastina asmanî S-400an rêkeftin hatiye îmze kirin.

Miheyev herwiha daye xuyakirin ku niha ew ji bo cîbicîkirina rêkeftinê li ser modela darayî ya rêkeftinê danûstandinê dikin.

Serokê Sanayîya Parastinê ya Tirkiyê Îsmail Demir jî meha Hezîranê ragihandibû ku Moskow û Enqerê li ser sewqîyata beşa duyem a S-400an li hev kiriye.

Hêjayî gotinê ye, rêveberiya Amerîka ji ber kirîna S-400ên Rûsî Tirkiye ji bernameya balafirên F-35 derxistibû û niha jî di kongreyê de li ser dorpêç û cezayên din bo Tirkiyê hewldan berdewam dikin.