Rûsya ji bo serê Ukraynayê budçeya leskerî ji sedî 68 zêde dike

28 September 2023 20:33 0 dîtin
Rûsya ji bo serê Ukraynayê budçeya leskerî ji sedî 68 zêde dike

PeyamaKurd – Di demeke ku şerê Rûsya-Ukraynayê bi hemû dijwariya xwe dewam dike de, Rûsya plan dike ku ji ber barê giran ê lêçûnên şer xercîneya leşkerî ji sedî 68 zêde bike.

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov ragihandiye ku Wezareta Darayî ya Rûsyayê pêşnûmeyek amade kiriye û tê de ji bo sala 2024an, zêdekirina xercîneyên leşkerî ya ji sedî 68 hatiye plankirin.

Li gorî nûçeyên medya rûsî, di pêşnûmeya wezaretê de tê plankirin ku di sala 2024an de, 10.8 trîlyon ruble ango 111 milyar dolar bo xercîneyên leşkerî bê terxankirin.

Peskov gotiye, ji ber şerê Ukraynayê pêwîstî bi zêdekirina xercîneyên leşkerî yên zêde heye û armanca wan a sereke garantîkirina serkeftinê ye.

Li gorî daneyê Wezareta Darayî ya Rûsyayê budçeya Rûsyayê di 8 mehên sala 2023yan de 23,5 milyar dolar kêmbûn çêbûye.