Rûsya ji Tirkiyê kirîna hinar û îsotan da rawestandin
PeyamaKurd – Serokê yekîtiya îxracatvanê rojhilatê Derya Sipî Ümit Mirza Çavuşoğlu ragihand ku Rûsya kirîna hinar û îsotan ya ku piraniya wan ji Antalyayê dikire daye rawestandin. Eger weha dewam bike tam di wexta hilberîna hinar û îsotan de wê hilberîner bikevin tengasiyan. Hilberîner dibêjin ku ew dermanê kîmyewî di hilberînê de bikarnaynin.
Ragihandina rawestandina kirîna hinar û îsotan ji aliyê ajansa Rûsyayê ji aliyê Rospotrebnadzor de hatiye kirin û biryarê jî her ew dane.
Biryara Rûsyayê do gihaye Tirkiyê û niha di navbera ataşeyên bazirganî yên Rûsya û Tirkiyê de di mijarê de hevdîtin destpêkirine.
Tirkiye sala borî bi bihayê 67 mîlyon dolarê tenê hinar û îsot firotibû Rûsyayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin