Rûsya kirîna îsot û bacanên sor ji Tirkiyê serbest kir
PeyamaKurd – Ajansa Kontrola Berhemên Çandiniyê ya Rûsyayê (Rosselhoznadzor),ragihand ku Rûsya dikare bacanê sor û îsotan ji Antalya û İzmirê, ji siba û bi şûnde birkire an ku îtxal bike. Ji serê salê heya niha îtxalatabacanên sor û îsotan hatibû rawestandin. Li gor ragihandina ajansa Sputnikê ajans mijarê weha ragihandiye:
“Rosselhoznadzor, li ser garantîdayîna wezareta çandiniyê û daristanan beşa rêvebiriya giştî ya xida û kontrolê ya Tirkiyê, ji 9 ê êlûna 2021 ê bi şûnde ew astengiya demkî ya ku li ser bajarên Antalya û Îzmîrê ya ji bo îtxalata bacanên sor û îsotan rabûye.”
Rosselhoznadzor ragihand ku wan belgeyên Tirkiyê kontrol kirine û belge li gor biryarên Yekîtiya Aboriya Awrasyayê ne û biryara li jorê dane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin