Rûsya: Me bi zanebûn serê Ukraynayê hêdî kiriye…

24 August 2022 21:23 0 dîtin
Rûsya: Me bi zanebûn serê Ukraynayê hêdî kiriye…

PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniya Rûsyayê Sergey Şoygu, îdia kir ku wan êrîşên ser Ukraynayê yên di çarçoveya ‘operasyona taybet’ de, bi zanebûn hêdî kiriye daku windahiyên sivîl werin kêmkirin.

Şoygu, di civîna Rêxistina Hevkariya Şangay a li paytexta Ozbekistan Taşkentê birêve diçe de, derbarê şerê ku li Ukraynayê dane destpêkirin de daxuyanî dan.

Wezîrê Rûsî got ku ji ber Kîevê Peymanên Minskê yên derbarê Herêma Donetskê de red kirine wan şer daye destpêkirin û diyar kir, hemû erkên “Operasyona taybet a leşkerî’ li gorî daxwaza wan birêve diçin û wê bên temamkirin.

Şoygu berevajî daxuyaniyên rêveberiya Ukrayna yên tundkirina şer îdia kir ku wan ji bo windahiyên sivîl kêm bibin leza şer hêdî kiriye û vê jî bi zanebûn dikin.

Herwiha Wezîrê Rûsî got, alîkariyên çekan ên bo Ukraynayê dihêlin ku şer dirêj bibe û windahiyên Ukraynayê jî zêde bibin.