Rûsya: ‘Peymana Korîdora Dexlê’ besa têkiliya wê bi Rûsya re heye nehatiye bicîhanîn
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku her çendîn Neteweyên Yekgirtî hewl daye da peymana Korîdora Dexlê bicîh were jî, beşa ku Rûsyayê eleqedar dike nehatiye cîh.
Lavrov, axaftina xwe di civîna diyaloga stratejîk ya 6em ya Konseya Hevkariya Rûsya-Ereb de kir. Lavrov pêwendiyên Rûsyayê yên bi welatên Ereb yên Kendavê re, weke hevkariya dostane binav kir. Civîna wan li wezareta karên derve ya Moskovayê de hat kirin. Di civînê de kesên amade bûn:
Lavrov, wezîrê Bahreynê yê karên derve Abdullatif ez-Ziyani, wezîrê Ummanê Bedr bin Hamed el-Busaidi, yê Saûdiyê Faysal bin Ferhan, wezîrê dewletê yê ji karên derve berpirs yê Qatarê Sultan Bin Saad el-Murayhi, wezîrê Îmaratan yê dewletê Xalife Şahin el-Marar û sekreterê giştî yê Konseya Hevkariya Kendavê Casim Muhammed el-Budeyvî.
Lavrov di civînê de got ku di ser formata wan ya hevkariyê de 12 sal derbas bûye û konsey nîşan dide ku hebûn û xebata xwe ya heya îro îsbat kiriye. Rûsya îro bi endamên welatên konseyê re dewam dike û bazirganiya navbera wan û Rûsyayê baş dimeşe. Li gor sala borî, di hecma bazirganiya navbera wan de %6 zêdebûn heye.
Lavrov, her weha ji bo welatên endam got ku çi pêdiviya welatên endamên konseyê hebe, ew amade ne ku pêdiviyên wan bicîh bîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin