Rûsya: Serokê opozîsyonê Navalny mir
PeyamaKurd - Servîsa Cezayê ya Federal a Rûsyayê (FSIN) ragihand ku serokê opozisyona Rûsyayê Alexey Navalny miriye.
Li gorî nûçeya Reutersê, di daxuyaniya îro ya Servîsa Girtîgeha Herêma Yamalo-Nenetsê de, hatiye diyarkirin ku Navalni miriye.
Di daxuyaniya FSINê de hatiye gotin ku "Bijîşkan diyar kir ku di hewldanên başkirinê yên tenduristiyê yên pêwîst ên li ser Navalnî hatinğ kirin de encamên erênî derneketine û Navalny canê xwe ji dest daye."
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku sedema mirina wî tê lêkolînkirin.
Li gorî AFPê, baskê opozîsyonê ragihandiye ku ew bi fermî derbarê mirina Navalni de nehatine agahdarkirin û parêzerê wî di rêya girtîgehê de ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin