Rûsya û Belarûsê tetbîqateke mezin a leskerî dan destpêkirin
PeyamaKurd – Li demeke ku di serî de Amerîka û Brîtanya û welatên Ewropayê metirsîya dagirkirina Ûkraynayê ji aliyê Rûsyayê ve tînin ziman û gefa cezayan li Rûsyayê dixwin, ji aliyê Rûsyayê ve pêngaveke din a leşkerî hat.
Hat ragihadin ku tetbîqateke leşkerî ya mezin a heta 20ê Sibatê berdewam dike, bi hevbeşiya Rûsya û Belarusê bi navê "Biryardariya Hevpeymaniyê - 2022" li nav xaka Belarusê hatiye destpêkirin. Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn û Serokomarê Belarusê Aleksandr Lukaşenko di çileya 2021ê de biryara wê tetbîqatê dabûn.
Wezareta Berevaniya Rûsyayê diyar kiriye ku hin leşkerên Hêzên Çekdar ên Belarusê û yekîneyên leşkerî yên Herêma Leşkerî ya Rojhilat a Hêzên Çekdar ên Rûsyayê beşdarî tetbîqatê bûne.
Hatiye ragihandin ku di wê tetbîqatê de pergalên moşekî yên parastina asmanî yên S-400 û Pantsir-S û balafirên şer Su-35 cî digirin û tetbîqat li ser axa Belarusê li polîgonên Obuz-Lesnovskiy, Osipoviçskiy, Brestskiy, Gojskiy, Domanovskiyê û baregehên leşkerî yên Baranoviç, Luninets, Lida, Maçulişçiyê birêve diçe.
Hatiye diyarkirin ku armanca tetbîqatê rêgiriya êrîşên ji derve, têkoşîna dijî terorê û parastina berjewendiyên yekbûna dewletê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin