Rusyayê, bertek nîsanî Amerîkayê da

17 September 2023 18:34 0 dîtin
Rusyayê, bertek nîsanî Amerîkayê da

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov diyar kir ku Amerîka pêşengiya şerê li dijî Rusyayê yê li Ukraynayê dike, çekan peyda dike û îstîxbaratê dide.

Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov, ligel  rojnamevan Pavel Zarubin axivî û diyar kir ku îhtîmala ku Washington moşekên menzil-dirêjtir bide Kievê ev nirxandin kirin:

“Tiştê ku diqewime ew e ku Ukrayna bi salan e xwe amade dike ku bi dest û bedena xwe şer bike da ku têkçûnek stratejîk li Rûsyayê bide. Ew çi dibêjin bila bibêjin, Amerîka vî şerî bi rê ve dibe. Çek, cebilxane, îstixbarat, daneyên satelîtê dide, li dijî me şer dike."