Rûsyayê cara yekem ji hêzên Kurd re got terorîst...

26 December 2018 20:53 0 dîtin
Rûsyayê cara yekem ji hêzên Kurd re got terorîst...

PeyamaKurd – Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarovayê di civîna heftane de, li ser pirsa îhtimala êrîşa Tirkiyê ya ser Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li Minbicê daxuyakirin ku Moskow û Enqere operasyonan bi hev re kordîne dikin.

Zaxarovayê li ser pirsa amadekariyên Tirkiyê bo êrîşa ser hêzên Kurdî li Minbicê bêyî ku na bide got, "Em bi Tirkiyê re li qadê di operasyonên li dijî terorê de jî di nav kordînasyonê de ne."

Rayedara Rûsî wiha axivî: “Em nêrînên xwe yên derbarê her mijareke têkildarî Sûriyê de bi hemkarên xwe yên tirk re bi kordîneyeke xurt parve dikin. Ev kordînasyon bi qasî ku li ser polîtîkaya derve ye, herwiha ji bo operasyonên qadê yên dijî terorê jî derbas dibe.”