Rûsyayê cara yekem li ser sînorê Iraqê baregeheke leskerî ava kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku cara yekem komên çekdarên bi ser Rûsyayê ve, li Ebûkemal a Dêrazorê nêzîkî sînorên Sûriye û Iraqê hatin bicihkirin û li herêma bin serweriya hêzên Îranê de, baregeheke xwe avakirin.
Hêzên alîgirên Rûsyayê li gundewarê Bukemal a parêzgeha Dêrazorê ya rojhilatê Sûriyê bi cih bûn ku ev cara yekem e piştî hatina Rûsyayê bo Sûriyê ji sala 2015an ve, hêzên girêdayî Rûsyayê nêzîkî sînorên Iraqê têne bicihkirin.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) jî ragihandiye, “Feyleqa 5an ku piştgiriya xwe ji Rûsyayê digire, li gelek xalên li ser sînor ên nêzî bajarê Bukemal ê rojhilatê parêzgeha Dêrazorê bi cih bûn.”
SOHR eşkere kir ku hin komên girêdayî Îranê (Tevgera Nuceba, Hizbullah a Iraqê, El-Ebdal) binkeyên xwe radestî hêzên ser Rûsyayê kirin, ku ew yek piştî lihevkirina Moskow û Tehranê pêk hatiye.
Hêjayî bibîrxistinê ye, doh 17ê Kanûnê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysal Miqdad li Moskowê, civiyabûn û gotûbêj li ser makenîzmayên xurtkirina pêwendiyan kiribûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin