Rusyayê, giliyê wî welatî li NYê kir
PeyamaKurd- Nûnerê Daîmî yê Rusyayê yê Ofîsa Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Gatilov ragihand ku wan giliyê rayedarên ji Polonyayê kiriye ku di ser dibistana wan a Balyozxaneya Rusyayê de hatiye kirin.
Gennadiy Gatilov, di derbarê mijara serdegirtina dibistanê de got ku
"Rêveberiya Polonyayê, di 29ê Nîsanê de dest danî ser hebûna dîplomatîk a welatekî din ango dibistana Balyozxaneya Rusyayê ya li Varşovayê. Ev gaveke eşkere ya dijminatiyê ye û binpêkirina eşkere ya Peymana Têkiliyên Dîplomasî ya Viyanayê ya 1961ê ye. Di heman demê de mînakeke binpêkirina mafê zarokan a perwerdeyê ye."
Gatilov diyar kir ku wî ji Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Volker Turk, Raportorê Taybet ê Pirsgirêkên Kêmaran ê Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Fernand de Varennes û Raportora Taybet a Mafên Perwerdehiyê ya Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Ferîde Şahîd re peyamên takekesî şandine û got,
“Min bang li parêzvanên mafên mirovan ên Neteweyên Yekbûyî kir ku kiryarên rêveberiya Polonyayê ku ne tenê peymanên navneteweyî, di heman demê de mafê zarokan ê perwerdehiya bi zimanê zikmakî jî binpê dike, bi eşkereyî şermezar bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin