Rusyayê, ji bo wî welatî hisyarî da welatiyên xwe

23 April 2023 19:00 0 dîtin
Rusyayê, ji bo wî welatî hisyarî da welatiyên xwe

PeyamaKurd- Ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Rusyayê ve hişyarî hat dayîn ku welatiyên Rusyayê neçin Kanadayê.

Di daxuyaniya ku hat weşandin de hat gotin ku li Kanadayê gelek bûyerên cudakariyê hene, di serî de tundiya laşî ya li dijî welatiyên Rusyayê tê dîtin.

Di vê daxuyaniya hişyariyê de hat gotin ku "Ji ber hejmareke mezin ji dozên cihêkariyê, di nav de tundiya laşî, li dijî hemwelatiyên Rusî yên li Kanadayê li ser bingeha etnîkî û hemwelatîbûnê, em pêşniyaz dikin ku xwe di çarçoveya geştiyarî, perwerde û têkiliyên karsaziyê de ji rêwîtiya vî welatî dûr bixin."