Rûsyayê hisyarî da Brîtanyayê: Em ê neçar bimînin bersivê bidin!
PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, di civîneke çapemeniyê de ligel Serokê Çînê Şi Jinping, Rojava bi dayîna çekên nukleerî yên Ukraynayê tawanbar kir.
Pûtîn got, heke cebilxane ji hêla Brîtanyayê ve were dayîn, "divê Rûsya bersivê bide".
Ji aliyê din ve Brîtanyayê piştrast kir ku ew ê li gel tankên Challenger 2 topên zirxî bidin Kîevê.
Wezareta Parastinê ya Brîtanyayê ragihand, radyasyona di van guleyan de kêm e.
Herwiha hat diyarkirin, di cebilxaneyên bi vî rengî de uranyuma kêmbûyî "standard" e û tu eleqeya wê bi çekên nukleerî re nîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin