Rûsyayê hem hisyarî da hem jî gef li Amerîka û Brîtanyayê xwar!

25 June 2021 21:00 0 dîtin
Rûsyayê hem hisyarî da hem jî gef li Amerîka û Brîtanyayê xwar!

PeyamaKurd – Rûsyayê Brîtanya û Amerîkayê bi hewldana derxistina şerekî li Derya Reş tawanbar kir û gefa bikaranîna hêza leşkerî li sînoran xwar.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov, li ser hebûna keştiyên şer li peravên Kirimê ya hêzên Deryavaniya Brîtanyayê ku çend roj berê balafirên rûsî bombeyên hişyariyê berdan ser rêyên wan, diyar kir ku heger çalakiyên provokatîf çêbibin ew dê keştiyên wan bombebaran bikin.

Li gorî ajansa rûsî RIAyê Ryabkov gotiye, Washington û London Kirimê wekî beşek ji Rûsyayê qebûl nakin û hewil didin aloziyê derxin.

Ryabkov herwiha diyar kiriye ku ew ji bo parastina sînorên xwe amade ne û hişyarîya bikaranîna hêza leşkerî ya Rûsî li peravên Derya Reş da Amerîka û Brîtanyayê.