Rusyayê li ser kustina Darya Dugin, daxuyanî da

21 August 2022 20:06 0 dîtin
Rusyayê li ser kustina Darya Dugin, daxuyanî da

PeyamaKurd- Li ser bûyera teqandina otomobîlekê ku li Moskowê pêk hatibû û keça şêwirmendê Vladimir Putin Darya Dugin, di encamê de jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê Rusyayê ve daxuyanî hat dayîn.

Li navenda Moskowê, keça Aleksandr Dugin ê ku şêwirmendê Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin e, di encama teqîna otomobîlekê de jiyana xwe ji dest dabû. Li ser vê yekê, ji Komîteya Lêkolînê ya Rusyayê daxuyaniyek hat belavkirin û bi rêya daxuyaniyê hat eşkerekirin ku ev bûyer, ne rastlêhatin e.

Di ragihandina komîteyê de hat gotin ku “Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, wisa tê fikirîn ku ev tawan, beriya niha li ser daxwazekê hatiye plankirin.”

Di lêpirsîna li ser bûyerê de hat eşkerekirin ku di nav otomobîla Aleksandr Dugin de teqemenî hatiye bicihkirin û dema otomobîl bi rê ketiye, teqînê rû daye. Hat ragihandin ku keça Aleksandr Dugin a ku di otomobîla babê xwe de jiyana xwe ji dest dabû, 30 salî bûye.