Rûsyayê, pergala berevaniya asîmanî, li Qamisloyê bi cih kir

03 June 2022 20:26 0 dîtin
Rûsyayê, pergala berevaniya asîmanî, li Qamisloyê bi cih kir

PeyamaKurd- Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan ragihand ku Artêşa Rûs, pergala berevaniya asîmanî ya Pantsir-S1ê, li Balafirgeha Qamişloyê bi cih kiriye.

Rewangeha Sûriyeyê eşkere kir ku ev çend roj in, bi awayekî berdewamî, helîkopterên Artêşa Rûs, li ser bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê difirin. Hat ragihandin ku vê pêngava Rûsyayê rastî demeke wisa hatiye ku çend roj in Tirkiye bi awayekî berdewam gefa destpêkirina operasyoneke nû ya li Rojavayê Kurdistanê dixwe. Ev rewş 

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zakharova jî bi rêya daxuyaniyekê gotibû ku divê Enqere xwe ji van kiriyar û gefên operasyonê dûr bike ku rewşa Sûriyeyê têk neçe.