Sadiq Xan cara sêyem bû saredarê Londrayê

04 May 2024 22:01 0 dîtin
Sadiq Xan cara sêyem bû saredarê Londrayê

PeyamaKurd – Li payîtexta Îngîltere li Londrayê roja Pêncşema borî hilbijartina şaredariya Londrayê çûbû û di hêjmartina rayan de nêzî encamê bûne.

Li gor encamên nefermî; Sadiq Khan car din hat hilbijartin ji bo şaredariya Londrayê û ev cara sêyeme ku dibe şaredar.

Li Londrayê 107 herêmên hilbijartinê hene û duhî encama 102 herêman hatibû ragihandin. Muhafazakarên Îngîltere ji 400an zêdetir endamtiya meclisan wenda kirin. Sadiq Khan ji bo Londrayiyan sipasiya xwe kir û got:

“Xizmeta ji bo bajarê ku jê hezdikim, ji bo min şerefe û hetta jê û wêdetire. Ez ê xizmeta wê baweriya ku hun bi min tînin, ez ê bidim. Ez ê bajarekî adil, bi ewle û kesktir bidim we. Çend mehên min yên dawiyê bi zahmetî derbas bûn. Min bersiva derewînan bi rastiyan û kesên xwestin perçekirinê bikin min bersiva wan bi yekîtiyê da. Lê rojên me yên xweş û geş li pêşiya me ne.”