Sadr: "Bi ew kesên dixwazin min bikujin û ruswetê dixwun re muzakereyan nakim"

20 August 2022 19:19 0 dîtin
Sadr: "Bi ew kesên dixwazin min bikujin û ruswetê dixwun re muzakereyan nakim"

PeyamaKurd – Serokê Tevgera Sadr Muqteda es- Sadr di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku wê bi wan  kesên dixwazin wî bikujin û ruşwetê dixwun re muzakereyan neke. Sadr ragihand ku pêşniyarekî ji Neteweyên Yekgirtî (UN) re kiriye ku bi terefên siyasî re bi zindî civînekî bikin lê hêj bersivekî nestendine.

Sadr got ku ji navbeynkar bersivekî ku wan têr nake sitendine û di bersiva wan de ne reform hene û ne jî daxwazên xwepêşandêran hene. Ji herkesî daxwaz dikin ku pêngavên din bavêjin û bila kes li benda muzakereyeyên bi dizî nîn be ku Sadr sergirtî bi wan re civînê bike. Sadr weha dewam kir:

“Me ji xelkê tiştekî veneşartiye. Bi wan kesên dixwazin min bikujin û ruşwetê dixwun re muzakereyan nakim. Me ji bo aştiyê û xelkê, gelek tawîzan da. Em bende ne bê di tûrê terefê din de ji bo reforman çi heye.”