Sadr: "Divê temamê grûbên çekdar li Iraqê bên belavkirin”

15 July 2022 23:00 0 dîtin
Sadr: "Divê temamê grûbên çekdar li Iraqê bên belavkirin”

PeyamaKurd –  Li Iraqê grûbên çekdar hene ku hebûna wan rewa nîne û li ser vê mijarê serokê tevgera Sadr Muqteda Es-Sadr ragihand ku divê temamê grûbên çekdar li Iraqê bên belavkirin. Sadr di beyana xwe de got ku divê grûba Haşdî Şabî ji nûh ve bê birêxistin, divê ji bandora rêvebiriya derve derê û di bin siya hebûna hêzên mîlîs û çekdarkirinan de nabe ku hukumet bê avakirin.

Lîderê Şî’a Sadr got ku piraniya grûban bi derve ve girêdayiye, divê grûbên çekdar bên belakirin û weha got:

“Eger dixwazin hukumeta nûh ava bikin, divê bi derxistina dagirker ve girêdayî nemînin, piştî wî, gava ku herî ewilî bê avêtin, bê tereddutê bikin, divê hesab ji kesên bertîlan xwarine bipirsin. Nûrî El Malikî dixwaze ji nû de hukumetê ava bike. Ji nûh de xwe neceribîne ku komkujiya Spyker dubare nebe. Rêxistina terorê IŞİD ê di hezîrana sala 2014 an de 1.700 xwendekar û hêzên ewlehiyê gulebaran kir.”