Sako: Ger bi rastî parêzerê destûrê bûya, diviyabû serokomarê Iraqê dest ji nasnameya Brîtanî berda!

22 August 2023 18:25 0 dîtin
Sako: Ger bi rastî parêzerê destûrê bûya, diviyabû serokomarê Iraqê dest ji nasnameya Brîtanî berda!

PeyamaKurd - Serokê Dêra Katolîk a Keldaniyên Iraq û Cîhanê Kardînal Luîs Sako peyameke vîdyoyî belav kir û bertek nîşanî biryara serokomariya Iraqê da.

Luîs Sako di peyama xwe ya vîdyoyî ya ku îro 22yê Tebaxê belav kiriye de, diyar dike, Serokomarê Iraqê destûr û yasa binpê kirine û "eger bi rastî parêzerê destûrê bûya, dest ji nasnameya xwe ya Brîtaniyê berdida, wek çawa Serokomarê berê yê Iraqê kiribû".

Lûîs Sako dibêje: “Serokomarê Iraqê ku sond xwariye destûra Iraqê biparêze, destûr û yasa binpê kirine. Em di vê demê de çendîn daxuyaniyên cuda ji rayedarên hikûmeta Iraqm dibihîzin, derbarê hêza yasa û girîngiya wê de ji bo parastina hemû welatiyan bêyî ciyawazî, li welatên ku yasa têne peyrewkirin, yasa navnîşana desthilata gel e, lê belê mixabin li welatê me wisa nîne”.

Kardînal Luîs Sako diyar dike, li Iraqê "yasa tenê bi ser welatiyên asayî de têne sepandin, ne li ser rayedaran" û wiha didomîne: "Serokomar sond xwariye ku parêzerê destûrê be, lê belê tiştê rûbirûyî min bûye, binpêkirina yasa û destûrê bû, bi taybetî bi vekişandina gelek ecêb a wê mersûma serokatiyê ku beriya 10 salan hatibû derkirin û tê de ez weke Serokê Dêra Kildanî hatime diyarkirin".

Hêjayî bibîrxistinê ye, Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd bi biryara komarî (31) di 3ê Tîrmeha 2023yan de, biryara hejmara (147) a Komarî ya sala 2013an, ya taybet bi tayînkirina Patriyarkê Dêra Keldanî li Iraq û cîhanê Kardînal Luis Sako hilweşandibû.

Li gorî siyasetmedarê Iraqî Yonadam Kenna, “Tevgera Babiliyon (Tabûrên Xiristiyanan di nav Hêzên Heşda Şeibî de) ji Serokatiya Komarê daxwaz kiriye ku biryara tayînkirina Kardînal Louis Sako hilweşîne” û li ser wê jî ew biryar hatiye dayîn.