Salane nêzîkî milyon û nîvek masiyên xeml û rewsê li Sine tên berhemanîn

09 October 2021 13:03 0 dîtin
Salane nêzîkî milyon û nîvek masiyên xeml û rewsê li Sine tên berhemanîn

PeyamaKurd – Salane nêzîkî milyonek û 400 hezar masiyên xeml û rewşê, li Sine tên berhemanîn.

Li gor Berpirsê Hewz û Navendên Berhemanîn û Perwerîkirina Masiyan li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê Hemîd Hisênpûr diyar kiriye, li seranserî parêzgehê 10 navendên berhemanîna masiyên xeml û rewşê hene ku mezintirîn navend li gundê Çino yê Sine ye.

Hemîd Hisênpûr eşkere kiriye, li gundê Çino zêdetirî 375 hezar masiyên xeml û rewşê tên berhemanîn û ev rêje wê heta 700 hezar masî jî bilind bibe.

Bi gotina wî berpirsî, salane bi giştî milyonek û 370 hezar masiyên xeml û rewşê li parêzgeha Sine tên berhemanîn.

Li Îranê herî zêde masiyên xeml û rewşê li Îsfehanê berhemanîn ku salane 67 milyon masî ne.

Masiyên xeml û rewşê masiyên reng rengî ne ku di akvaryoman de û helkeftên mîna cejna Newroz, cejna jidayîkbûnê û helkeftên din de tên bikaranîn.