Salih Muslim li ser serdana General Mark Milley: Li vir leskerên wan hene û mafê wan ê serdanê heye
PeyamaKurd – Hevserokê PYDê Salih Muslim da zanîn, di serdana Sererkanê Giştî yê Amerîkayê General Mark Milley ku hefteya borî çûbû Rojavayê Kurdistanê de, tu rewşeke awarte tunebû û got, ew nizane ka Milley bi rayedarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re hevdîtin kiriye yan na.
Hevserokê PYDê Muslim li ser serdana Sererkanê Giştî yê Amerîkayê General Mark Milley bersiva pirsa ANFê da û eşkere kir, “Li vir leşkerên wan hene û mafê wan ê serdanê heye. Li kîjan xaka leşkerên wan hebin, berê jî ev serdan çêbûne û wê berdewam bikin. Ew ne rewşeke awarte ye. Ew bi tevahî asayî ye. Ew serdanek e ji bo awayê çalakiya wan, ji bo guhertinên nû û ji bo ewlehiya wan.”
‘Xak ne ya dewleta Tirk e’
Salih Muslim destnîşan kir, Tirkiye ne xwediyê mafekî qanûnî ye ku mudaxeleyî serdanên welatên derve yên ji bo Rojavayê Kurdistanê bike û Rojava ne xaka Tirkiyê ye û got, “Piştî vê serdanê gelek nirxandin hatin kirin. Kete rojeva dewleta Tirk û hat îdiakirin ku ji bo piştgiriya HSDê serdan hatiye kirin.”
Herwiha Mislim destnîşan kir, “Xak ne ya dewleta Tirk e û mafê dewleta Tirk jî nîne ku destwerdana vê serdanê bike. Dibe ku serdan ji şîroveyan re vekirî be. Dibe ku were pirsîn çima, çawa û bi çi armancê hatiye lê agahiyên zelal di destê me de jî nînin û em nizanin bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk re hevdîtinek hatiye kirin yan na. Têkildarî mijarê ji aliyê HSDê ve tu daxuyanî nehat dayîn. Em wê wekî serdanek asayî dinirxînin. Berê jî serdanên bi vî rengî hebûn.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin