Salvegera 'Destana Pirdê' dibe 'Hefteya Berevaniya Nistimanî'
PeyamaKurd - Yekitiya Qutabiyên Kurdistanê ragihand, ewê êdî salvegera şer û berxwedana Pêşmerge li Pirdê wek “Hefteya Berevaniya Niştimanî” bibîr bînin ku 20ê Cotmeha 2017an piştî xiyaneta 16ê Cotmehê rû dabû.
Du sal bi ser şer û berxwedana devera Pirdê ya Kerkûkê re derbas dibe. Di wî şerî de hêzên Pêşmerge plana neyarên kurdan û Kurdistanê pûç kirin.
Berpirsê çalakiyên rewşenbîrî û medyayî yên Yekitiya Qutabiyên Kurdistanê, Hogir Behadîn ji BasNewsê re ragihandiye û gotiye, emê îro bi çalakiyên cur bi cur duyemîn salvegera destana Pirdê bibîr bînin.
Hogir Behadîn her wiha got, di wan merasiman de emê “Hefteya Berevaniya Niştimanî” ragehînin û êdî her sal dê bi wî navî çalakiyên xwe li dar bixin.
Berpirsê Yekitiya Qutabiyan da zanîn, “Hefteya Berevaniya Niştimanî” dê ji roja 20 heta 26 Cotmehê ye.
Piştî xiyaneta 16 Cotmeha 2017, Heşda Şeibî bi alîkariya pasdarên Îranê û artêşa Iraqê zêdetirî nîvê xaka Kurdistanê, ku bi xwîna pêşmergeyên Kurdistanê hatibû rizgarkirin, dagîr kirin. Paşê xwastin êrişî Hewlêrê bikin û statûya Herêma Kurdistanê nehêlin lê rastî bersiv û berxweaneka tund ya Pêşmerge hatin û pilanên wan pûç bû.
Di wî şerî de, pêşmergeyên Partiya Azadiya Kurdistanê ya Rojhilatê Kurdistanê bi fermandehiya Husên Yezdanpenah jî alîkariya pêşmergeyên Başûr dikirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin