SANA: Sam ji aliyê balafirên ser ên Îsraîlê ve hat bombebarankirin

15 February 2021 14:31 0 dîtin
SANA: Sam ji aliyê balafirên ser ên Îsraîlê ve hat bombebarankirin

PeyamaKurd – Paytexta Sûriyê Şam, ji aliyê balefirên şer ên artêşa Îsraîlê hat bombebarankirin.

Li gor ajansa nûçeyan a fermî ya rejîma Sûriyê SANA belav kir, îro di saet 01:18ê ber bi sibehê ve, balafirên şer ên Îsraîlê ji girên Golanê ve mûşek avêtin derdora Şam a paytext.

Herwaha li gor Sana diyar kiriye, sîstema berevaniyê ya rejîma Sûriyê, hemû mûşek li esman têkşikandiye.

Malpera Sky News jî bi zimanê xelkê başûrê Şamê ve da zanîn, piştî bombebaranê, li binke û cîhên milîsên ser bi Îranê ve, teqînên mezin hatine bîhîstin.