Sanda Îsraîlê ji bo hevdîtinan ji nû ve çû Qahîreyê
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Sîxuriya Navxweyî ya Îsraîlê, ji bo beşdarî hevdîtinên danûstandinên pevguhertina dîl û girtiyan û rêveberiya Deriyê Sînor ê Refahê bibe îro diçe paytexta Misirê Qahîreyê.
Li gor nûçeya malpera “Walla” ya Îsraîlê, şandeya danûstandinan a Îsraîlê ya bi serokatiya Ronen Bar, Rêveberê Ajansa Sîxuriya Navxweyî Şîn-Betê (Şebak), wê li Qahîreyê beşdarî danûstandinên pevguhertina girtiyan û rêveberiya Deriyê Sînor ê Refahê bibe. .
Di hevdîtinan de ji bilî danûstandinên pevguhertina dîl û girtiyan, navên girtiyên ewlehiyê yên Filistînê yên ku tê plankirin bên serbest berdan, wê li ser rêveberiya siberojê ya Deriyê Sînor ê Refahê jî bê axaftin.
Deriyê Sînor ê Refahê yê di navbera Filistîn û Misrê de, ji ber ku artêşa Îsraîlê di 7ê Gulanê de aliyê Filistînê girtibû û ji bejayî ve hêrişî herêmê kiribû, hatibû girtin.
Hêrişa Îsraîlê ya Deriyê Sînor ê Refahê, rastî bertekeke tund a Qahîreyê hatibû.
Ji aliyê din ve, tê çaverêkirin ku Dîrektorê Dezgeha Sîxuriya Derve ya Îsraîlê (Mossad) David Barnea careke din biçe Dohaya paytexta Qeterê û li ser pêşniyara pevguhertina dîl û girtiyan a di navbera Tel Aviv û Hamasê de gotûbêj bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin