Sanda Îsraîlê bi 'Stêrka Davud' besdarî Civata Gistî ya NY bû
PeyamaKurd – Şanda Îsraîlê di Civata Giştî ya Encûmena Asayîşê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de, bi Stêrka Davud ku dema Almanyaya Naziyan bi Cihûyan ve dihat danîn, beşdarî kir.
Li demeke ku şerê Hemas û Îsraîlê li Xezeyê bi hemû tundiya xwe dewam dike de, hemleyeke balkêş ji şanda Îsraîlê hat û Stêrka Davud li Civata Giştî ya NY bi xwe ve kirin.
Şandê diyar kiriye ku ‘Heta hûn şiyar bibin û zilma Hemasê şermezar bikin’ ew dê Stêrka Davut bi xwe ve bihêlin.
Hêjayî gotinê ye, ev sê hefte ye li ser şerê Îsraîl-Hamasê hîn ji aliyê NY ve ti biryarek nehatiye wergirtin ku tenê biryara rawestandina şer hatibû standin û ew jî rastî berteka tund a Îsraîlê hatibû.
Di serdema Nazîyan de, bi qasî 6 milyon cihû hatibûn komkujkirin û Stêrka Davut bi cihûyan ve wek nîşan dihat vekirin. Şanda Îsraîlê jî xwest ku balê bikşîne ser dijminatî û komkujkirina cihûyan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin