Sanda Parlamentoya Kurdistanê bi nûnerê Pûtîn re civiya
PeyamaKurd – Şanda Herêma Kurdistanê ya bi seroktiya Cîgirê Seroka Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî serdana Moskowê kir û bi Nûnerê Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ê Rojhilata Navîn û Cîgirê Wezîrê Derve Mîhaîl Bogdanov re civiya.
Hêmin Hewramî li ser medya civakî ragihand, “Em îro bi Nûnerê Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ê Rojhilata Navîn û Cîgirê Wezîrê Derve Mîhaîl Bogdanov re civiyan.”
Hewramî got ku di hevdîtinê ne pêwendiyên dualî yên dîrokî jî di nav de, ligel Bogdanov li ser rewşa siyasî ya Iraqê û herêmê axivîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin