Sanda PDKê bi Desteya Siyasî ya Tevgera Sedir re civiya

05 November 2021 14:09 0 dîtin
Sanda PDKê bi Desteya Siyasî ya Tevgera Sedir re civiya

PeyamaKurd – Şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi serokatiya Serokê Tîma PDKê yê ji bo Hilbijartinan Hoşyar Zêbarî, bi Desteya Siyasî ya Tevgera Sedir re civiya.

Li gor medyaya Iraqê ragihand; şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi serokatiya Serokê Tîma PDKê yê ji bo Hilbijartinan Hoşyar Zêbarî, ligel Desteya Siyasî ya Tevgera Sedir civiyan.

Li gor ragihandina encamên nefermî yên hilbijartinên pêşwext ên Iraqê, ku di 10ê Cotmeha borî de hat encamdan, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) 33 kursiyên Parlamentoya Iraqê bi dest xistin. Tevgera Sedir jî di hilbijartinan de bû yekem û zêdetirî 80 kursî bi dest xistin.

Piştî ragihandina encamên dawî, partiyên siyasî bi fermî dest bi pêkanîna kutleya mezin a li Parlamentoyê dikin ji bo diyarkirina serokwezîrê nû yê Iraqê.