Saredarê nû rastî êrîsê hat, bi helîkopterê rakirin nexwesxanê

01 April 2019 17:27 0 dîtin
Saredarê nû rastî êrîsê hat, bi helîkopterê rakirin nexwesxanê

PeyamaKurd – Şaredarê nû yê navçeya Çunguşê Alî Suat Akmeşe ku ji Partiya Saadetê hat hilbijartin rastî êrîşê hat û tevî wî 4 kes birîndar bûn.

Li gor îdiayan şaredarê berê yê AKPê Zubeyir Arslan tevî du kurên xwe û xizmên xwe êrîşî alîgirên Partiya Saadetê kirin.

Şaredarê nû yê Çunguşê Ali Suat Akmeşe

Hat zanîn ku şaredarê nû hilbijartî ji Saadê Akmeşe jî çûye cihê bûyerê daku mudaxele bike, lê ew jî rastî êrîşa alîgirên AKPê hatiye ku bi derbên daran ji serê xwe birîndar bûye û ew bi helîkopterê rakirine nexweşxaneya Diyarbekirê.

Li gor agahiyan tevî şaredarê nû yê Çunguşê 4 kes birîndar bûne û çar kesên tevlî bûyerê bûne jî hatin binçavkirin.