Saredarê Stenbolê yê ku bi pistgiriya HDPê bûbû serok: Lozan Tapûya Tirkiyê ye
PeyamaKurd - Serokê Şaredariya Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu ku 2019an de bi piştgiriya HDPê bûbû Serokê Bajarê Mezin yê Stenbolê, li ser hesabê xwe yê Twîtterê, bo 97emîn salvegera Peymana Lozanê daxuyaniyek belav kir.
Îmamoglu di daxuyaniya xwe de dibêje: ‘‘Peymana Lozanê, piştî serkeftina şerê sengerê, destxistina dîplomasiyê ye. Lozan tapûya Tirkiyê ye.’’
Tê zanîn ku Peymana Lozanê ji bo Kurdan, peymana dabeşkirin û dagirkirinê ye. Peymana Lozanê têkbirina Peymana Sewrê ye. Li Lozanê dewleta Tirk di dema Ataturk û Îsmet Înonî de, ji bo destkeftiyên Kurda têk bibin û Kurd li Tirkiye nebin xwedî statuyekê, gelek tavîz dan Ewropaiya û herwiha Kurd bi xwe jî hatin xapandin.
Ji ber vê yeke, Lozan ji bo Kemalîstan gelekî girîng e û her dema pêwist, bi daxuyaniyan destkeftinên xwe yê li hember Kurdan pîroz dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin