Sebastian Kurz: "Em destûra kampanyaya hilbijartina Tirkiyeyê nadin"

21 April 2018 00:59 0 dîtin
Sebastian Kurz: "Em destûra kampanyaya hilbijartina Tirkiyeyê nadin"


PeyamaKurd - Serokwezîrê Awusturyayê Sebastian Kurz derbarê hilbijartinên pêşwext ên Tirkiyê de ku biryar e 24ê Hezîrana îsal bên kirin, ragihand ku ew rê nadin kampanyayên hilbijartinan li welatê wî bên kirin.

Sebastian Kurz ji medya welatê xwe re axifî û got: "Tirkiyeya bi serokatiya Erdogan, bi salan e Tirkiye li Ewropayê bo berjewendiya xwe bi kar tîne. Kêfa Awusturyayê ji kampanyayên hilbijartinê yên tirk re nayê û em êdî destûrê nadin wan."

Dema propagandeya siyasî bo referandûma sererastkirina 18 maddeyên destûra Tirkiyê ku roja 16.04.2017ê hat kirin, Awusturya, Elmanya û Hollandayê nehiştin berpirsên Tirkiyê li welatê wan çalakiyên siyasî û mîtîngan saz bikin.