Sedir xwepêsandana ‘milyonî’ betal kir

16 August 2022 19:28 0 dîtin
Sedir xwepêsandana ‘milyonî’ betal kir

PeyamaKurd - Serokê Tevgera Sedir Muqteda Sedir xwepêşdana “milyonî” ya ji bo roja Şemiya bê banga wê li alîgirên xwe kiribû de daxuyanî da û ragihand, ew xwepêşandan ji bo demeke nediyar hatiye paşxistin.

Muqteda Sedir li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Em ê li dijî gendeliya we, refom û şoreşê bidomînin. Siyaseta we ya ku hûn hewl didin wek wê bimeşînin, nîşaneya îflasa we û israra we ya gendeliyê ye.”

Sedir da xuyakirin, dema xwepêşandana ku dihat çaverêkirin roja şemiyê were lidarxistin jî heta demeke nediyar hatiye paşxistin.

Tevgera Sedir ku niha alîgirên wê li Parlamentoya Iraqê û herêma Kesk a Bexdayê nobeta xwe didomînin, banga xwepêşandaneke mezin a ‘milyonî’ li Herêma Kesk kiribû.