Sedr bêrêzî li Serok Barzanî û hêza Pêsmergeyên Kurdistanê kir: Pêsmerge hilwesînin!

25 February 2020 18:23 0 dîtin
Sedr bêrêzî li Serok Barzanî û hêza Pêsmergeyên Kurdistanê kir: Pêsmerge hilwesînin!

PeyamaKurd – Serokê Bizava Sedr Muqteda Sedr di televizyoneke herêmî ya Iraqê de bi daxuyaniyên seyr derbarê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û Serok Barzanî de bêrêzî kir û hêza Pêşmerge wekî Heşda Şeibî bi navê milîs pênase kir û banga hilweşandina hêza Pêşmerge kir.

Sedr di daxuyaniyên xwe de dibêje; “Pêşmerge hêzeeke milîs e. Heger Mesûd Barzanî hevkariyê bike, Heşda Şeibî û em jî amade ne hêzên Seraya es-Selam belav bikin.”

Sedr herwiha di xîtabeta xwe de bêrêziyê li Serok Barzanî dike û dibêje, “Bi Amerîkiyan re hevkariyê neke, ti fêdeya wan li te nabe.”

Di daxuyaniyên xwe de Sedr dide xuyakirin ku ew destûrê nadin dewleta konfederalî li Iraqê û gefa ji nû ve berhevkirina Artêşa Mehdî dixwe.

Herwiha Sedr diyar dike ku li Iraqê pêwîstî bi balyozxaneya Amerîkayê nîne û bila ti kes xwe tevî karê me yê navxweyî neke.