Seferên balafirgehên Erbîl û Silêmaniyê ji nûh de destpêkirin

18 July 2023 21:43 0 dîtin
Seferên balafirgehên Erbîl û Silêmaniyê ji nûh de destpêkirin

PeyamaKurd – Wezîrê gihandin û danûsitendinan yê Herêma Kurdistanê Ano Cewher ragihand ku seferên her dû balafirgehan ji bo çend seetan hatibûn rawestandin, ji nûh de destpêkirin. Duhî êvarê seferên her dû balafirgehan ji bo çend seetan ji aliyê Rêvebiriya Hewageriya Sîvîl ya Iraqê de hatibû rawestandin.

Endamê komisyona gihandin û danûsitendinan yê parlementoya Iraqê Karwan Yarweys ragihand ku bi rêxistina Iraqê ya Rêvebiriya Hewageriya Sîvîl û bi serokê rêxistina Tûrîzma Hewagerî ya Iraqê re hevdîtin kiriye. Yarweys got ku:

“Sedema rawestandina seferan ewe ku di seha hewayê ya Kurdistanê de balafirên bêmirov digerin û ji bo seferan bûne xeter. Wê sefer di nêz de normal bibin.”

Piştî hevdîtina li jorê, wezîrê Kurdistanê Ano Cewher daxwuyaniya xwe da. Ji bo seferên kêmasî ketiye wan, wê bi şîrketên hewageriyê re bikevin nav têkiliyan û kêmasiyan temam bikin.

Li terefê dinê peyamnêrê Rûdawê Rence Cemal ragihandiye ku sedema kêmasî ketiye seferan, tetbîqata hêzên koalîsyona navdewletiye.