Sekretera Parlamentoya Kurdistanê: Divê em li Bexdayê yekrêz û bihêz bin

30 December 2020 15:02 0 dîtin
Sekretera Parlamentoya Kurdistanê: Divê em li Bexdayê yekrêz û bihêz bin

PeyamaKurd Li ser pirsgirêk û danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, Sekretera Parlamentoya Kurdistanê Mûna Qehwecî axivî û diyar kir, li Bexdayê hewla lawazkirina statûya Herêma Kurdistanê tê dayîn, loma divê Kurd li Bexdayê yekrêz û bihêz bin.

Sekretera Parlamentoya Kurdistanê Mûna Qehwecî daye zanîn, şanda danûstankar ya Hikûmeta Kurdistanê, vê carê civîn û hevdîtinên zehmet pêk anî. Ji ber ku şert û mercên niha yên Bexdayê gelekî aloz e. Ji ber sedemên siyasî nahêlin Herêma Kurdistanê û Bexda li hev bikin.

Herwiha Qehwecî destnîşan kir, li Bexdayê dixwazin statuya Herêma Kurdistanê lawaz bikin, loma divê em li Bexdayê yekrêz û bihêz bin.

Sekretera Parlementoya Kurdistanê bang li hemû aliyên Kurdistanî kir, dest ji nakokiyên xwe berdin û got, ji ber ku tekane rêya serkeftin û bihêzbûna me, yekrêziya me ye. Li kêleka vê, divê em li nav xwe de reforman pêk bînin û çavkaniyên dahata xwe zêdetir bikin.